Fuad Husên û Hakan Fîdan tekezî li ser hevahengiya dîplomatîk ji bo parastina herêmê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî êrişên berfireh ên Îsraîlê yên ser Îranê, Iraq kete nav tevgereke dîplomatîk a xurt. Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên bi hevtayên xwe yên Tirk û Îranî re axivî, da ku rê li ber berfirehbûna şer bigire. Di heman demê de, Bexdayê ji ber bikaranîna qada xwe ya asmanî di êrişan de, bi awayekî fermî li Neteweyên Yekgirtî (NY) gilî li Îsraîlê kir.
Fuad Husên îro 13ê Hezîranê li ser tora civakî ya "X"ê ragihand, Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fidan bi telefonê bi wî re axiviye. Li gorî Husên, her du aliyan li ser pêwîstiya hemahengiya dîplomatîk ji bo parastina seqamgiriya herêmê û rêgirtina li berfirehbûna aloziyan, tekez kirine.
Di peywendiyeke din a telefonî de, Husên bi hevtayê xwe yê Îranî Ebas Araqçî re jî axivî. Wezîrê Iraqî ji bilî şermezarkirina êrişên Îsraîlê û nîşandana piştevaniyê ji bo Îranê, şîret li Tehranê kir ku tevî van êrişan jî, ji bo aramkirina rewşê danûstandinên xwe yên bi Amerîkayê re bidomîne.
Her îro jî Wezareta Derve ya Iraqê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku wan bi awayekî fermî li dijî Îsraîlê li Neteweyên Yekbûyî gilî tomar kiriye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Îsraîlê bi awayekî aşkera "serweriya ax û asmanê Iraqê û yasayên navneteweyî binpê kiriye." Wezaretê bang li Encûmena Asayişê ya Navneteweyî kir ku berpirsiyariya xwe ya yasayî û exlaqî li hember van destdirêjiyan bi cih bîne.
Ev liv û tevgera dîplomatîk a Bexdayê piştî wê yekê tê ku berbangê roja Înê, artêşa Îsraîlê bi firokeyên şer û mûşekan êrişeke berfireh bir ser Îranê. Di êrişê de sazî û navendên etomî, kargehên çêkirina mûşekên balîstîk û fermandarên leşkerî hatibûn armanckirin. Medyayên Îranê dîmenên teqandina navenda zengînkirina uranyumê ya li Natanzê weşandin, û li hember vê yekê, Îsraîlê ji tirsa tolhildaneke Îranê, li welatê xwe rewşa awarte ragihand.