Papayê Vatîkanê: Divê ti alî gefê li hebûna aliyê din nexwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Papayê Vatîkanê, derbarê şerê Îsraîl û Îranê de peyamek belav kir û tê de bang li her du aliyan kir ku dest ji şer berdin û bi rêya diyalogê li çareseriyê bigerin.
Papayê Vatîkanê, Papa Leo yê 14emîn îro 14ê Hezîranê di daxuyaniyekê de daxwaz ji Îran û Îsraîlê kir, demildest dawî li pevçûnan bînin.
Papa di peyama xwe de wiha got: "Divê ti alî gefê li hebûna aliyê din nexwe. Pêwîst e li ser hemû welatan e ku ji bo berjewendiya giştî û dîtina çareseriyeke adil, piştgiriyê bidin aştiyê."
Papa bang kir, li şûna gef û tundiyê, divê her du alî vegerin ser maseya diyalog û gotûbêjan.
Ev banga Papayê Vatîkanê piştî ku aloziya di navbera Tehran û Tel Avîvê de roja Înê, 13ê Hezîrana 2025an, gihîşt asta herî xeternak tê, ku Îsraîlê di çarçoveya operasyona "Şêrê Raperî" de bi zêdetirî 200 balefirên şer êrîşî ser zêdetirî 200 armancên stratejîk ên li Îranê kiribû.
Çend saet şûnde, Îranê bi operasyona "Soza Rast 3" bi sedan mûşekan bersiv da, ku di encamê de li Îsraîlê 3 welatiyên sivîl hatin kuştin û zêdetirî 100 kes jî birîndar bûn.