Fuad Husên ji Araqçî re: Helwesta Bexdayê li hember êrîşên Îsraîlê zelal û neguhêr e

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Hisên di peywendiyeke telefonî de ligel hevtayê xwe yê Îranî Ebbas Araqçî, helwesta Bexdayê ya ji bo rawestandina şer dubare kir. 

Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Hisên îro 16`ê Hezîranê di peywendiyeke telefonî de ligel Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebbas Araqçî, tekezî li ser helwesta neguher a Bexdayê ya li dijî êrîşa Îsraîlê kir û ragihand, hewlên dîplomatîk ên hikûmeta Iraqê ji bo pêşîgirtina li aloziyan û ragihandina agirbestê berdewam dikin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê, ev duyemîn peywendiya telefonî ye di navbera herdu wezîran de ji destpêka êrîşan û vir ve. Ev peywendî di çarçoveya "hevahengiya siyasî ya berdewam" a di navbera Bexda û Tehranê de ye, ji bo ku karibin bandorên vê qeyrana kûr kontrol bikin.

Di peywendiyê de, Araqçî Îsraîl bi hewldana "berfirehkirina qada şer bo herêma Kendavê" tawanbar kir. Herwiha tekez kir, helwesta Îranê redkirina her cure aloziyeke cografî û siyasî ye û operasyonên heyî wek "bersiveke berevaniyê" ne li hember êrîşan, bêyî ku niyeta wan a aloziyê bi aliyên din re hebe.

Ji aliyê xwe ve, Fûad Hisên tekezî li ser wê yekê kir ku helwesta Iraqê "zelal û bêguman" e û Bexda bi rêya kanalên siyasî û dîplomatîk hewlên xwe yên berdewam dide da ku pêşî li berfirehbûna şer bigire û ji bo agirbesteke bilez kar bike.

Hisên herwiha hişyarî da li ser metirsiya her aloziyeke zêdetir li ser ewlehî û aramiya herêmê û pabendbûna Iraqê bi rola xwe ya herêmî û navneteweyî ji bo piştgiriya rêyên aramkirinê û çareserkirina qeyranê bi rêya diyalogê tekez kir.

 
Fly Erbil Advertisment