Serok Barzanî pêşwaziya Birêvebera Karûbarên Konsulxaneya Îmaratê li Hewlêrê kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî û Birêvebera Karûbarên Konsulxaneya Giştî ya Îmaratê li Hewlêrê tekez li ser dostînî û têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de kir.
Serok Mesûd Barzanî îro (Sêşem, 17ê Hezîrana 2025ê) li Pîrmamê pêşwaziya Birêvebera Karûbarên Konsulxaneya Giştî ya Dewleta Îmaratê li Hewlêrê Xanim Şeyxe Beşîr Ferhan kir.
Di wê hevdîtinê de, her du aliyan tekez li ser dostînî û têkiliyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de kir.
Herwesa Serok Barzanî spasî û rêzên xwe ji bo helwesta serkirdetiya Îmaratê anîn ziman, ji ber piştevanîkirina wê ji bo Herêma Kurdistanê di qonaxên cuda cuda de.
Herwesa rewşa siyasî û pêşhatên dawiyê yên deverê jî mijarên tewerekî din ê wê hevdîtinê bûn.