Ajansek: Hêzên Amerîkayê du bingehên xwe li Sûriyeyê berdan
Navenda Nûçeyan (K24) - Ajanseke Amerîkayî ragihand ku, hêzên Amerîkayê ji du bingehên xwe yên li parêzgeha Hesekeyê ya Sûriyeyê derketine û HSD çûye cihê wan.
Ajansa Reutersê ya Nûçeyan îro (Sêşem, 17ê Hezîrana 2025ê) ragihand, “Di çarçoveya kêmkirina hêzên xwe yên li Rojhilata Navîn de, Hêzên Amerîkayê du bingehên xwe yên leşkerî li bakurê rojhilatê Sûriyeyê vala kirin.”
Ajansa navbirî amaje jî da ku, “Ew bingeh niha vala ne û ji hêla yekîneyeke piçûk a Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve zêrevanî lê tê kirin.”
Her wê ajansê ji zarê fermandarekî HSDê veguhest ku, valakirina wan bingehan ji aliyê Amerîkayê ve ji bo vejandina DAIŞê metirsiyeke cidî ye.
Reutersê eşkere jî kir ku, hêzên Amerîkayê ji bingehên El-Wezîr û Tel Beyderê yên parêzgeha Hesekeyê ya Sûriyeyê vekişiyane. Bi vî awayî jî, hejmara giştî ya bingehên Amerîkayê yên ku di dema rêveberiya Trump de li Sûriyeyê hatine berdan digihîne çar bingehan.
Pêştir Nûnerê Taybet ê Donald Trump li Sûriyeyê Tom Barrack, ku herwesa Balyozê Amerîkayê li Tirkiyeyê ye, di çavpêketineke televîzyonî de ragihandibû, "Hejmara bingehên me li Sûriyeyê ji heşt bingehan bo pênc bingehan û di dû re jî bo sê bingehan kêm bûye. Merema me ew e ku em heta yek baregehê kêm bikin."