Mesrûr Barzanî: Ji ber pirsa neşandina mûçeyan min nameyek ji Dadgeha Federal re şandiye
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di civîna Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê de di derheqa mûçeyan de got, "Ev ji bo me mijara herî girîng e."
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 18ê Hezîrana 2025ê) di civîna Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê de got, "Min di çend rojên borî de nameyek ji Dadgeha Federal re şandiye û em li bendê ne û em hêvîdar in ku, dadgeh di berjewendiya xelkê Kurdistanê û mûçexurên Herêma Kurdistanê de biryarê bide."
Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê niha, bi serperiştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û amadebûna cîgirê wî Qubad Talebanî, di civîna xwe ya asayî de ye û danûstandinan li ser sê bendan dike.
Nivîsîngeha Medya û Zanyaran ragihandiye ku, di benda yekê ya wê civînê de, rewşa dawiyê ya deverê, şer, alozî, pêşhatên siyasî, leşkerî û ewlehî û bandora wan li ser Herêma Kurdistanê tên gengeşekirin.
Di benda duyê de pêşniyara Wezareta Navxwe ji bo dirêjkirina dema karkirinê bi biryara Encûmena Wezîran ji bo kêmkirina sizayên trafîkê bi rêjeya 20% ji bo şeş mehên din (1ê Tîrmeha 2025ê heta 31ê Berçileya 2025ê) tê gengeşekirin.
Di benda sêyê de, biryara berê ya Encûmena Wezîran di civîna hejmar 159 a 19ê Adara 2025ê de ya girêdayî damezrandina derçûyên Kolîja Pizişkiya Giştî û berçavkirina bersiva Wezareta Darayî ya Federal li ser vê mijarê bi nivîsara wan a hejmar 1162 a 9ê Nîsana 2025ê tên şopandin.