DEM Partî ji Serokê Parlamentoyê re: Bila komîsyon beriya bêhnvedanê bê damezrandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş re civiya û bi awayekî fermî pêşniyar kir, ji bo çareseriya pirsa Kurd komîsyoneke lêkolînê ya parlamentoyê bê avakirin.
Şanda DEM Partiyê ku ji Cîgirên Hevserokên Fraksiyonê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî pêk dihat, li parlamentoyê serdana Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş kir.
Piştî civînê, DEM Partiyê ragihand, wan di hevdîtinê de mijara çareseriya pirsa Kurd û avakirina komîsyoneke taybet a parlamentoyê ji bo vê pêvajoyê gotûbêj kirine.
Li gor daxuyaniyê, Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş bi erênî pêşwazî li pêşniyarê kiriye.
Cîgira Hevserokê Fraksiyona DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, derbarê naveroka civînê de zanyariyên berfirehtir dan û got: “Em derbarê pêkanîna komîsyona parlamentoyê de axivîn. Me pêşniyarên xwe kirin. Wî jî got, ew bi erênî nêzîkî pêkanîna komîsyonê dibe û di demeke kurt de ew ê li gel nûnerên partiyên siyasî bicive. Em çaverê dikin beriya ku parlamento bikeve bêhnvedanê komîsyon were damezrandin û werzê havînê kar bike.”