Sîstanî şerê Îran-Îsraîlê dibe sedema şerekî bêkontrol

Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîsgeha Lêvegerê Bilind ê Şîeyan Ayetullah Elî Sîstanî, derbarê şerê di navbera Îran û Îsraîlê de peyamek belav kir û êrîşên Îsraîlê şermezar kirin. Di peyamê de hişyarî hat dayîn ku ev rewş dikare bibe sedema "şerekî bêkontrol" û banga çareseriyeke aştiyane hat kirin.

Nivîsgeha Lêvegerê Bilind ê Şîeyan Ayetullah Elî Sîstanî îro 19ê Hezîranê derbarê şerê di navbera Îran û Îsraîlê de di daxuyaniyekê hişyarî da ku "pêngaveke bi vî rengî ya tawanî", binpêkirineke eşkere ya yasayên navneteweyî û pîvanên olî û exlaqî ye. 

Herwiha hat gotin, ev rewş dikare bibe sedema encamên gelek metirsîdar ji bo tevahiya herêmê û rê li ber "şerekî tam ji kontrolê derketî û kaoseke berfireh" veke, ku dê êşên gelan zêdetir bike û zirarê bide berjewendiyên hemû aliyan.

Di peyamê de wiha hat gotin: "Em bang li hemû welatên cîhanê û bi taybetî li welatên Îslamî dikin ku hemû hewldanên xwe ji bo bidawîkirina vî şerî bikin û li gorî yasayên navneteweyî, ji bo pirsgirêka etomî ya Îranê çareseriyeke adilane û aştiyane peyda bikin."

Ev peyama Sîstanî piştî aloziyên vê dawiyê yên di navbera her du welatan de tê. Berbangê roja Înê, 13ê Hezîrana 2025an, artêşa Îsraîlê bi firokeyên şer û dronan êrîşî sazî û kargehên etomî û yên çêkirina mûşekên balîstîk ên Îranê kiribû. Di heman êrîşan de hejmarek fermandarên serbazî û zanyarên etomî yên Îranê hatibûn kuştin.

Li hember vê yekê, Îranê jî şeva Înê bi sedan mûşekên balîstîk êrîş biribû ser bajarên Tel Avîv û Hayfayê û di encamê de gelek avahî û xanî hatibûn hilweşandin.

 
 
Fly Erbil Advertisment