Berdevka DEM Partiyê: Pêşnûmeya me ya bo komîsyonê amade ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan ragihand, gelê Tirkiyeyê pirsên cidî derbarê pêvajoya aştiyê de ji wan dike û vê yekê tenê weke erka DEM Partiyê dibîne. Dogan got: "Em spasiya wan dikin, lê divê were zanîn ku ev ne tenê pirsgirêka DEM Partiyê ye, pirsgirêka hemû aliyan e."
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan îro 19ê Hezîranê di civîneke çapemeniyê de li Enqereyê axivî û helwesta partiya xwe derbarê pêvajoya aştiyê de eşkere kir.
"Divê her kes bi berpirsiyarî tevbigere"
Dogan got: "Gelê Tirkiyeyê ji me re dibêje 'em li bendê ne ku di pêvajoya aştiyê de pêngaveke bilez bibînin'. Mafê gel e ku rexneyan li pêvajoyê bigire. Em karê xwe li gorî planê dimeşînin, DEM Partî di nava gel de ye û behsa pêvajoya aştiyê dike. Lê eger Tirkiye bixwaze mijara demokrasiyê û pirsa Kurd çareser bike, divê zanibe ku ev ne tenê pirsgirêka DEM Partiyê ye, pirsgirêka tevahiya aliyan e."
Berdevka DEM Partiyê tekez kir, divê pêvajoya aştiyê ne tenê li ser milê partiya wan be û wiha pê de çû: "Divê hemû kes, ji opozîsyonê bigire heta desthilatê, hest bi berpirsiyariyê bike û ji bo serxistina pêvajoyê bixebite."
"PKKê biryara danîna çekan da, ev gelek girîng bû"
Ayşegul Dogan amaje bi pêngavên ku hatine avêtin jî kir û got: "Gel derbarê qonaxên pêvajoya aştiyê de pirsan dike. PKKê kongreya xwe li dar xist û biryara danîna çekan da. Ev yek ji bo pêvajoya aştiyê gelekî girîng bû. Li ser vê biryara PKKê, me bi opozîsyonê û raya giştî re axivî, herwiha bi desthilatê re jî gotûbêjên me yên berfireh çêbûn. Em her tim ji bo serxistina pêvajoyê dixebitin û bêhna xwe nadin. Em bang dikin ku di zûtirîn dem de pêngavên pratîkî ji bo pêvajoya aştiyê bên avêtin û em bi xwe jî ji bo vê yekê di nava hewldanan de ne û ji nêz ve pêvajoyê dişopînin."
Di dawiyê de, Berdevka DEM Partiyê weke bersivekê ji bo pirsên gelê Tirkiyeyê got: "Pêngav berdewam in û pêvajo nesekiniye."
“Pêşnûmeya me amade ye”
Ayşegul Dogan got jî: “Pêdiviya civakê bi berfirehkirina qada demokrasiyê û demokratîkbûnê heye. Divê birêz Kurtulmuş tavilê tiştên pêwîst bike, rayedaran kom bike û bi partiyên siyasî re vê mijarê nîqaş bike. Hemû pêşniyarên me yên ji bo usûla xebitandina komîsyonê û esasên wê jî amade ne. Pêşnûmeya me ya di vê mijarê de amade ye.”