Li navçeya Dokanê dronek ket xwarê

Navenda Nûçeyan (K24) – Qaymeqamtiya navçeya Dokanê ragihand, dronek li sînorê nahiya Bîngirdê ketiye xwarê. Li gorî daxuyaniyê, bûyerê ti ziyaneke canî û madî bi xwe re neaniye û nayê zanîn ku dron aîdî kîjan welatî ye.

Ofîsa Ragihandinê ya Qaymeqamtiya Dokanê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve, îro Pêncşemê 19ê Hezîrana 2025an, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Îro li nêzîkî gundê Gomezelê, li sînorê nahiya Bîngirdê, dronek ketiye xwarê. Piştî agahdarkirina aliyên pêwendîdar, hêzên ewlehiyê gihiştine cihê bûyerê."

Di daxuyaniyê de herwiha hat tekezkirin ku ketina dronê ti ziyanek çênekiriye û heta niha nehatiye zanîn ku dron ser bi kîjan alî yan welatî ve ye.