Encûmena Parastina Destûrê Îranê haydariyê dide Amerîkayê

Alayên Îran û Amerîkayê
Alayên Îran û Amerîkayê

Navenda Nûçeyan (K24) - Encûmena Parastina Destûrê Îranê ji her desttêwerdan û xwe-tevlîkirineka di şerê li dijî Îranê de haydariyê dide Amerîkayê û radigehîne ku, wan dê bersiveke tund hebe.

Encûmena Parastina Destûrê Îranê îro (Pêncşem, 19ê Hezîrana 2025ê) haydarî da Amerîkayê ku desttêwerdanê di şerê Îsraîlê yê li dijî Îranê de neke û ragihand, “Ger Amerîka desttêwerdanê bike, dê rûbirûyî bersiveke dijwar bibe.”

Encûmena Parastina Destûrê Îranê herwesa got, “Divê Hikûmeta zordar û tawanbar a Amerîkayê û serokê wê yê mejîhişk bizanin ku ger ew li dijî Îranê şaşîyekê bikin, dê rûbirûyî bersiveke tund û gurzeke kujek bibin.”

Îsraîlê li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.

Îranê jî derengê şeva Înê ji aliyê xwe ve wekî bersivek ji bo êrîşên Îsraîlê Operasyona "Soza Rastgo ya 3"ê ragihand û bi sedan mûşekên balîstîk avêtin Tel Evîvê. Sîstema bergiriya asmanî ya Îsraîlê rê li piraniya wan girt. Lê hejmareke wan ket û çend avahî û xanî wêran bûn.