Tirkiye red dike ku Îsraîl derbasî nav asmanê wê bûbe

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê amajeyê dide, "Îsraîlê berevajî qanûnên navneteweyî dest bi êrîşa li ser Îranê kiriye û em wan êrîşan şermezar dikin."

Şêwirmendê Peywendiyan û Ragihandinê yê Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê Zeki Akturk îro (Pêncşem, 19ê Hezîrana 2025ê) di konferanseke rojnamevanî de ragihand, "Di demekê de ku danûstandinên bi Îranê re li ser bernameya wê ya atomî berdewam bûn, Îsraîlê berevajî qanûnên navneteweyî êrîşek li dijî Îranê da destpêkirin û careke din tenahî û aştiya deverê xist nav mestirsiyê.”

Zeki Akturk herwesa got, "Em êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê şermezar dikin. Êrîşên wê yên li ser Xezze, Libnan û Îranê jî binpêkirina qanûnên navneteweyî ye. Îsraîl ji sînorên xwe derbas bûye û deverê dixe nav gêleşokeke mezin. Divê ew bi zûtirîn dem van êrîşan bidawî bîne."

Piştî wê konferansê, çavkaniyên Wezareta Bergiriyê ya Tirkiyeyê eşkere jî kir, “Piştî destpêka şerê di navbera Îran û Îsraîlê de, heta niha ti bizavek ji bo derbasbûna neqanûnî ji bo nav sînorên wan nehatiye kirin.”

Behsa wê yekê jî hat kirin ku, artêşa Tirkiyeyê bi awayekî pêşwext li ser bicihanîna hemî rênimayên ewlehiyê yên pêdivî berdewam e û red dike ku, Îsraîl derbas nav sînorên wê bûbe. Herwesa nûçeya koçberiya girseyî ya Îraniyan ber bi Tirkiyeyê ve jî red kir.