Ajansek: Îran û Amerîka rasterast danûstandinan dikin
Navenda Nûçeyan (K24) - Ajanseke nûçeyan amajeyê dide ku, ji destpêka şerê Îsraîl û Îranê ve, Wezîrê Derve yê Îranê û Nûnerê Serokê Amerîkayê li Rojhilata Navîn çend caran bi telefonê axivîne.
Ajansa Reutersê ya Nûçeyan îro (Pêncşem, 19ê Hezîrana 2025ê) ji zarê sê çavkaniyan parve kir, “Ji hingê ve ku şerê Îsraîl û Îranê dest pê kiriye, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî û Nûnerê Serokê Amerîkayê li Rojhilata Navîn Steve Witkoff çend caran bi telefonê axivîne da ku bi rêya dîplomatîk ew şer bê bidawîanîn.”
Çavkaniyan herwesa gotiye, “Iraqçî ji Witkoff re ragihandiye ku, heke Waşinton zextê li ser Îsraîlê bike da ku şerê li dijî welatê wî rawestîne, Tehran dikare nerm be.”
Çavkaniyan herwesa amaje jî daye ku, ew pêwendiya telefonê bi pêşengiya Amerîkayê bû.
Îsraîlê li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.
Îranê jî derengê şeva Înê ji aliyê xwe ve wekî bersivek ji bo êrîşên Îsraîlê Operasyona "Soza Rastgo ya 3"ê ragihand û bi sedan mûşekên balîstîk avêtin Tel Evîvê. Sîstema bergiriya asmanî ya Îsraîlê rê li piraniya wan girt. Lê hejmareke wan ket û çend avahî û xanî wêran bûn.