Erdogan: Çareseriya pirsgirêkên atomî bi Îranê re bi rêya danûstandinan e

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi Şêwirmendê Almanyayê Friedrich Merz re tekez kir ku, şerê Îran û Îsraîlê gefan li ser ewlehiya Ewropayê çê dike û pêla koçberiyê zêde dike.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, “Ew hevrikiya ku bi êrîşa Îsraîlê ya li ser Îranê dest pê kiriye metirsiyên li ser ewlehiya deverê gihandine asta herî bilind.”
Li gorî ragihandina Rêveberiya Peywendiyan, Erdogan û Şêwirmendê Almanyayê Friedrich Merz îro (În, 20ê Hezîrana 2025ê) bi rêya telefonê axivîn.
Di wê peywendiya telefonî de, her du alî li ser hevrikiyên Îsraîl û Îranê, têkiliyên dualî û pirsgirêkên wan ên herêmî axivîn. Erdogan tekez kir ku, rêya çareserkirina nakokiyên atomî bi Îranê re li ser maseya danûstandinan e.
Erdogan tekez jî kir, “Encamên wê tundûtîjiya ku ji ber êrîşên Îsraîlê çê bûye dê di warê koçberiyê de zirarê bide deverê û Ewropayê.” Erdogan behsa bizavên Tirkiyeyê ji bo bidawîkirina hevrikiyan û peydakirina tenahiyê jî kir û got, “Ev bizav dê berdewam bin.”
Îsraîlê li serê sibeha roja Înê (13ê Hezîrana 2025ê) bi zêdetirî 200 balafirên şerî bi dehan cihên leşkerî û bingehên atomî li Tehranê û çend deverên din ên Îranê bombebaran kirin. Herwesa hejmareke berpirsên leşkerî yên payebilind û zanayên atomî kuştin.
Îranê jî derengê şeva Înê ji aliyê xwe ve wekî bersivek ji bo êrîşên Îsraîlê Operasyona "Soza Rastgo ya 3"ê ragihand û bi sedan mûşekên balîstîk avêtin Tel Evîvê. Sîstema bergiriya asmanî ya Îsraîlê rê li piraniya wan girt. Lê hejmareke wan ket û çend avahî û xanî wêran bûn.