Civîna Rêxistina Hevkariya Îslamî: Wezîrên Iraq û Îranê gihîştin Stenbolê

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo beşdarbûna civîna Wezîrên Derve yên Rêxistina Hevkariya Îslamî, Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên gihîştin bajarê Stenbolê. Tê payîn ku di civînê de rewşa herêmê û têkiliyên navbera welatên endam bên gotûbêjkirin.

Wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Araqçî, piştî civîna xwe ya ligel wezîrên derve yên sê welatên Ewropayê, ji bo beşdarbûna civîna Rêxistina Hevkariya Îslamî gihîşt Stenbolê. Li gorî zanyariyan, biryar e Araqçî bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re jî bicive.

Ji aliyê din ve, ofîsa Wezîrê Derve yê Iraqê ragihand, Fuad Husên roja Înê gihîştiye Stenbolê. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Husên dê di civînê de tekezî li ser helwesta neguher a Iraqê bike, ku ew jî parastina aramiya herêmê, rêzgirtina li serweriya welatan û çareserkirina hemû pirsgirêkan bi rêyên dîplomatîk e.

Civîna Karên Derve yên Rêxistina Hevkariya Îslamî dê du rojan li Stenbolê bidome. Di rojeva civînê de, gotûbêjkirina hejmarek mijarên girîng hene, di nav de rewşa herêmê, têkiliyên navbera welatên endam û gelek babetên din. Civîn îro li bajarê Stenbolê dest pê dike.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment