Berpirsekî Îranî: Îranê stratejiya êrîşên mûşekî guhertiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsekî payebilind ê Îranê ragihand, welatê wî êdî siyaseta avêtina hejmareke zêde ya mûşekan li dijî Îsraîlê guherandiye. Li gorî stratejiya nû, ew ê li şûna hejmarê, girîngiyê bidin kalîteyê û bi hejmareke kêmtir moşekên bibandor, armancên stratejîk bikin hedef.
Berpirsekî payebilind ê Îranî ku nexwast navê wî bê eşkerekirin, îro 21ê Hezîranê ji kanala Amerîkî CNN re ragihand, Pasdarên Şoreşa Îranê di dema dawî de guhertineke bingehîn di siyaseta xwe ya êrîşên mûşekî yên li ser Îsraîlê de kiriye û hejmar bi kalîteyê veguherandiye.
Berpirsê Îranî got: "Niha, li şûna ku em rojane hejmareke zêde mûşek biavêjin Îsraîlê, em hejmareke kêm a moşekên bi kalîteya bilind ji bo armanckirina cihên stratejîk bi kar tînin. Ev ji aliyê leşkerî ve pir baştir e."
Ji aliyê din ve, Berdevkê Artêşa Îsraîlê Îvî Devrîn ragihandibû, ji destpêka şer ve, Îranê zêdetirî 450 mûşekên balîstîk û bi sedan firokeyên bêmirov (dron) arasteyî paytext Tel Avîv û gelek cihên din ên Îsraîlê kirine.
Li gorî saziya alîkariya lezgîn a Îsraîlê, di encama van êrîşan de herî kêm 25 kes hatine kuştin û nêzîkî 800 kesên din jî birîndar bûne. Berpirsên Îsraîlî dibêjin ku Îran bi qestî navendên niştecihbûnê û welatiyên sivîl dike armanc.