Pismamekî Beşar Esed hat girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê ragihand, pismamê Beşar Esed, Wesîm Esed, ku wek yek ji mezintirîn bazirganên madeyên hişbir li herêmê dihat naskirin, di operasyoneke taybet de hatiye girtin.
Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê îro 21ê Hezîranê di daxuyaniyeke fermî de ragihand, Saziya Îstixbarata Giştî bi hevkariya saziyên pêwendîdar ên Wezareta Navxwe, karî di operasyoneke serkeftî de bi rêya tîmeke erkên taybet, Wesîm Esed desteser bike.
Wesîm Esed wek pismamê serokê berê yê Sûriyeyê Beşar Esed tê naskirin û hat ragihandin ku destê wî di gelek tawanan de, bi taybetî bazirganiya madeyên hişbir, di serdema rejîma berê de heye.
Wezaretê herwiha wêneyê Wesîm Esed jî belav kir û tekez kir, ev operasyon "di çarçoveya pabendbûna dewletê ya ji bo rûbirûbûna tawana organîzekirî, girtina kesên lêgerînkirî û pêkanîna dadperweriyê bêyî cudahî, hatiye encamdan."
Amerîka di sala 2023an de, Wesîm Esed ji ber piştgiriya wî ji bo artêşa Esed û destê wî di bazirganiya madeyên hişbir de, bi taybetî hebên Kaptagonê, xistibû nav lîsteya xwe ya sizayan.