Kunsolê Îranê li Silêmaniyê: Êrîşa Îsraîlê destdirêjî ye, me gilî li NY kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Kunsolê Komara Îslamî ya Îranê yê li Silêmaniyê Mihemed Mehmûdiyan êrîşa Îsraîlê ya ser welatê xwe wek "destdirêjî" binav kir û da zanîn ku rewşa bajarên Îranê aram dibe.

Mihemed Mehmûdiyan îro 21ê Hezîranê di daxuyaniyeke taybet de ji bo K24ê got: "Ew êrîşa ku li ser welatê me hatiye kirin, destdirêjî ye û divê civaka navneteweyî rêyekê ji bo agirbestê bibîne." Wî herwiha destnîşan kir ku rewşa li bajarên Îranê ber bi aramiyê ve diçe.

Ev daxuyanî piştî alozî û êrîşên dualî yên di navbera Îran û Îsraîlê de tê. Berbanga roja Înê, 13ê Hezîrana 2025an, artêşa Îsraîlê bi firokeyên şer û dronan êrîşî Îranê kiribû. Di êrîşê de navendên atomî, kargehên çêkirina moşekên balîstîk hatibûn bombebarankirin û hejmarek fermandarên leşkerî û zanyarên atomî yên Îranê hatibûn kuştin.

Wek bersiv, Îranê jî di derengiya şeva Înê de bi sedan moşekên balîstîk arasteyî Tel Avîvê kiribûn. Tevî ku sîstema berevaniya asmanî ya Îsraîlê piranîya moşekan bêbandor kiribû jî, hejmareke ji wan li bajaran ketibûn xwarê û di encamê de gelek avahî û xanî hilweşiyabûn.