Amerîka: Me bernameya atomî ya Îranê bi temamî pûç kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê Pete Hegsis û Serokerkanê Hevpar ê Artêşa Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê General Dan Kane îro (Yekşem, 22ê Hezîrana 2025ê) di derheqa êrîşa li ser sê bingehên atomî yên Îranê (Fordo, Esfehan û Netenz) de konferanseke rojnamevanî ya hevpar li dar xist.
Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê Pete Hegseth ragihand, "Êrîşên me yên li ser dezgehên atomî yên Îranê pir serkeftî bûn û me bernameya atomî ya Îranê bi tevahî ji holê rakir." Herwesa got, "Me gelê Îranê û hêzên wî welatî bombebaran nekirine, me tenê tenê sê bingehên atomî bombebaran kirine, ku ew jî Netenz, Fordo û Esfehan bûn."
Pete Hegseth amaje jî da, “Biryara êrîşa li ser bingehên atomî yên Îranê wêrek û bêhempa bû û çend mehan amadekarî jê re hatine kirin. Ev yek herwesa nîşana hêza artêşa Amerîkayê ye.” di derheqa bersivdana Îranê de jî tekez kir, "Her bersivek ji Îranê bê, em dê pir bi tundî li wan bidin."
Navbirî ron jî kir, “Serokê Amerîkayê Donald Trump mirovekî aştîxwaz e û dixwest wê pirsgirêkê bi diyalogê çareser bike, lê Îran bû ku pêşniyara wî ya li ser bernameya atomî red kir.”
Wezîrê Bergiriyê yê Amerîkayê di derheqa êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê de tekez kir, "Êrîşên Îsraîlê pir baş bûn û em jî dê wan bi hev re biparêzin."
Serokerkanê Hevpar ê Artêşa Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê General Dan Kane di wê konferanseke rojnamevanî de amaje jî da, "Êrîşên li ser Îranê ji aliyê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê ve hatine kirin. Ew operasyoneke pir veşartî, tevlihev û gelek xeter bû. Balafirên me yên B-2 bi awayekî serkeftî gihîştin asmanê Îranê û her sê bingehên atomî yên Esfehan, Netenz û Fordoyê bombebaran kirin û em li wê bawerê ne ku zirareke zêde gihîştiye wan."
Dan Kane eşkere jî kir ku, di êrîşên wan ên li ser sê bingehên atomî yên Îranê de, hin mûşek hatine bikaranîn ku giraniya wan ji sê hezar pawindan zêdetir bû.
Navbirî ron jî kir, "Armanca me ji wan êrîşan ne guhertina rejîma Îranê bû, û hêzên me jî ji bo her bersivekê ji Îranê an komên çekdar ên nêzîkî wê di amadebaşiyê de ne."
Serokê Amerîkayê Donald Trump li serê sibeha îro (Yekşem, 22ê Hezîrana 2025ê) li Koçka Spî di gotarekê de got, “Balafirên şerî yên Amerîkayê li sê cihên Îranê operasyoneke pir berfireh pêk aniye, dezgehên atomî yên rejîma Îranê bombebaran kirine, Fordo, Netenz û Esfehan wêran kirine.”
Donald Trump herwesa got, "Armanca me ji wê êrîşê ew bû ku em şiyana Îranê ya pîtandina uranyûmê rawestînin û gefên rejîma Îranê bidawî bînin, ku di piştevanîkirina terorê de li cîhanê welatê herî mezin e."
Navbirî amaje jî da, "Ez dikarim ji cîhanê re bibêjim ku êrîşa me pir bêhempa bû, ji hêla leşkerî ve pir serketî bû, ji ber ku bingehên atomî yên Îranê bi tevahî hatine wêrankirin û pûçkirin."
Serokê Amerîkayê herwesa ragihand, “Îranê Rojhilata Navîn têk daye, lê niha divê ew aştiyê bike.”
