Li Şamê teqîn di dêrekê de rû da: 9 kes hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li paytexta Sûriyeyê Şamê, teqînek li dêrekê de rû da, li gorî amarên destpêkê 9 welatiyên sivîl hatin kuştin û 13 kesên din jî birîndar bûn.
Li gorî peyamnêrê Kurdistan24ê li Şamê, îro Yekşemê 22ê Hezîranê teqînek li hundirê Dêra Mar Îlyas a li taxa Duweyl'e ya rû da.
Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyeyê ji ajansa fermî ya welat (SANA) re ragihand, li gorî amarên destpêkê, di encama teqînê de 9 welatiyên sivîl hatine kuştin û 13 kesên din jî birîndar bûne.
Wezîrê Ragihandinê: Ev kiryareke newêrek e
Piştî teqînê, Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyeyê Dr. Hemze Mustefa li ser tora civakî ya 'X' daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, "Em teqîna terorîstî ya ku dêra li Duweyl'e ya Şamê kir armanc, bi tundî şermezar dikin û sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dixwazin. Ev kiryara newêrek li dijî nirxên welatîbûnê ye ku me hemûyan tîne cem hev."
Wezîrê Ragihandinê tekezî li ser girîngiya "yekîtiya niştimanî û aştiya civakî" kir û soza dewletê dubare kir ku dê ji bo şerê li dijî "rêxistinên tawankar" û parastina civakê hemû hewlan bidin.