Axios: Trump niyet nîne êrîşkirina li ser Îranê berdewam bike
Navenda Nûçeyan (K24) - Malpera Axiosê ya Amerîkayî eşkere kiriye ku, Serokê Amerîkayê niyet nîne ku êrîşên xwe yên li ser Îranê berdewam bike.
Malpera Axiosê ya Amerîkayî ji zarê çend berpirsên payebilind ên Koçka Spî eşkere kir ku, Serokê Amerîkayê Donald Trump niyet nîne ku êrîşên xwe yên li ser Îranê bidomîne, heya ku Tehran biryarê nede ku êrîşî cihên dîplomatîk û leşkerî yên Amerîkayê li Rojhilata Navîn bike.
Li gorî malpera Axiosê, piştî êrîşên Amerîkayê li ser bingehên atomî yên Îranê, Nûnerê Amerîkayê Steve Whitkoff peyamek ji Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Iraqçî re şand û ew piştrast kir ku êrîşa wan yek car e û bidawî bûye, bila Îran li ser êrîşkirina li ser bingehên leşkerî yên Amerîkayê li Kendavî nefikire.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li serê sibeha roja Yekşemê (22ê Hezîrana 2025ê) li Koçka Spî di gotarekê de got, “Balafirên şerî yên Amerîkayê li sê cihên Îranê operasyoneke pir berfireh pêk aniye, dezgehên atomî yên rejîma Îranê bombebaran kirine, Fordo, Netenz û Esfehan wêran kirine.”
Donald Trump herwesa got, "Armanca me ji wê êrîşê ew bû ku em şiyana Îranê ya pîtandina ûranyûmê rawestînin û gefên rejîma Îranê bidawî bînin, ku di piştevanîkirina terorê de li cîhanê welatê herî mezin e."
Navbirî amaje jî da, "Ez dikarim ji cîhanê re bibêjim ku êrîşa me pir bêhempa bû, ji hêla leşkerî ve pir serketî bû, ji ber ku bingehên atomî yên Îranê bi tevahî hatine wêrankirin û pûçkirin."
Serokê Amerîkayê herwesa ragihand, “Îranê Rojhilata Navîn têk daye, lê niha divê ew aştiyê bike.”