Mesrûr Barzanî êrîşa li ser dêra Şamê şermezar dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşa li ser dêra Şamê şermezar dike û piştevaniya xwe ji bo azadiya bîr û baweran jî tekez dike.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 23ê Hezîrana 2025ê) di peyamekê de li ser tora civakî ya 'X'ê got, "Ez êrîşa xwekujî ya terorîstî ku li ser Dêra Mar Elyasê li Şamê hat kirin bi tundî şermezar dikim.”
Mesrûr Barzanî herwesa got, "Ez ji dil sersaxiyê ji kesûkarên qurbaniyan re dixwazim, ji birîndaran re çarebûnê dixwazim û ez hevxemê hemî qurbaniyan im."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje jî da, "Em piştevaniya xwe ya bihêz ji bo azadiya bîr û baweran tekez dikin û em bi her awayî jî terorê red dikin û li dijî wê radiwestin."
Xwekujekî duhî (Yekşem, 22ê Hezîrana 2025ê) danê êvarê li hundirê dêra Mar Elyasê li taxa Dwêlayê ya Şamê şûtikeke bombekirî teqand, di encamê de 13 kes hatin kuştin û zêdetirî 50 kesan jî birîndar bûn.
Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê amaje jî da ku, ew kes çekdarekî DAIŞê bû; li destpêkê teqe kiriye lê dema ku guleyên wî xilas bûn, xwe bi şûtika xwe ya bombekirî teqand.
I strongly condemn the terrorist suicide attack at Mar Elias Church in Damascus. My thoughts are with the victims, their families, and all those affected.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) June 23, 2025
We stand firmly for freedom of faith and against terror in all its forms.