Encûmena Asayişa Îranê: Êrîşa me ne li dijî hikûmet û gelê Qeterê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Bilind a Asayişa Niştimanî ya Îranê derbarê êrîşa mûşekî ya li ser baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya li Qeterê de tekez kir, ev êrîş bersiveke rasterast e li hember "destdirêjiya Amerîkayê" û bi ti awayî ne li dijî hikûmet û gelê Qeterê ye.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di karvedana li hember destdirêjî û kiryarên şerxwazî yên Amerîkayê yên li dijî santralên me yên atomî de, hêzên Komara Îslamî ya Îranê, çend kêlî berê baregeha asmanî ya El-Udeyd a taybet bi hêzên Amerîkayê li Qeterê, wêran kir."

Encûmenê herwiha ragihand, hejmara mûşekên di vê operasyonê de hatine bikaranîn, wekhevî hejmara bombeyên ku Amerîkayê di êrîşa li ser santralên atomî yên Îranê de bi kar anîbû, ye.

Di heman demê de, daxuyaniyê peyameke rasterast ji bo Qeterê jî hilgire û tekez kir, baregeha ku di êrîşê de bûye armanc, ji navendên sivîl û deverên niştecihbûnê yên Qeterê dûr e û ji ber vê yekê ti metirsî li ser welat û gelê Qeterê çênake.

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin, "Komara Îslamî ya Îranê pabendî parastin û berdewamkirina pêwendiyên xwe yên germ û dîrokî yên bi hikûmet û gelê Qeterê re ye."

 
Fly Erbil Advertisment