Trump: Ez spasiya Îranê spas dikim ku em ji êrîşan agahdar kiribûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump, berteka Îranê ya li hember êrîşa ser santralên wê yên atomî weke "gelekî lawaz" bi nav kir û bi awayekî çaverênekirî spasiya Îranê kir ji ber ku "pêşwext agahdarî" daye wan û got ev yek bûye sedema pêşîgirtina li ziyanên canî.

Trump îro 23ê Hezîranê li ser platforma xwe ya "Truth Social" belav kir de, di êrîşê Îranê de 14 mûşek hatine avêtin, 13 ji wan hatine xistin û tenê rê dane mûşekekê ku derbas bibe, ji ber ku berê xwe dabû "cihekî ewle". Herwiha tekez kir jî, di êrîşê de ti ziyanên canî û madî negihîştiye hêzên Amerîkî.

Serokê Amerîkayê got, "Ez kêfxweş im ku ragihînim, hemû Amerîkî baş in, ti kes birîndar nebûye û Îranê di dawiyê de dest ji her tiştî berda." Herwiha hêviya xwe anî ziman ku ev bûyer, bibe destpêka "bidawîbûna kînê" li herêmê.

Trump spasiya Îranê kir ji ber "agahdarkirina wê ya pêşwext" a derbarê êrîşê de û destnîşan kir, ew ê Îsraîlê jî han bide, da ku heman rêbaza ber bi "aştî û lihevhatina herêmî" ve bigire.

Derbarê êrîşa li ser baregeha asmanî ya El-Udeyd a li Qeterê de, Trump tekez kir, ti ziyan negihîştiye leşkerên Amerîkî û welatiyên Qeterî. Herwiha Trump spasiya Mîrê Qeterê kir, ji ber "hewldanên wî yên mezin ên ji bo pêkanîna aştiyê li herêmê."

Ev daxuyaniya Trump piştî wê yekê hatin, Îranê îro danê êvarê êrîşeke mûşekî li dijî baregeha El-Udeyd a Amerîkayê li Qeterê û baregeheke din li Iraqê pêk anîbû. 

Ji 13ê Hezîranê ve, Îsraîl binkeyên atomî, baregehên mûşekî û fermandarên leşkerî yên Îranê dike armanc, Tehran jî bi êrîşên mûşekî yên li dijî armancên leşkerî û îstixbaratî yên Îsraîlê bersivê dide.

Duhî jî, Amerîkayê ne tenê piştgiriya leşkerî, îstîxbaratî û lojîstîkî da êrîşa Îsraîlê ya li dijî Îranê, lê di heman demê de êrîşên asmanî li ser binkeyên atomî yên Fordo, Natanz û Îsfahanê jî pêk anîbûn.

 
 
 
 
Fly Erbil Advertisment