Balafirxaneya Hewlêrê dest bi geştên xwe kir

Navenda Nûçeyan (K24) - Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê dest bi geştên kir û asmanê Iraqê jî ji bo geştên asmanî hat vekirin.
Rêveberê Giştî yê Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar îro (Sêşem, 24.06.2025) ji Kurdistan24ê re ragihand ku, geştên asmanî yên Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê piştî vekirina asmanê Iraqê hatine destpêkirin.
Piştî destpêkirina şerê Îran û Îsraîlê, geştên asmanî yên Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê û balafirxaneyên din ên Iraqê hatibûn rawestandin.
Berdevkê Wezareta Veguhastin û Gihandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîlan Reşad duhî (Duşem, 23.06.2025) ji Kurdistan24ê re gotibû, “Piştî daxistina asmanê Iraqê di dema 10 rojan de, hezar û 283 geşt li balafirxaneyên navneteweyî yên Silêmanî û Hewlêrê hatine hilweşandin.”
Berdevkê Wezareta Veguhastin û Gihandinê amaje jî dabû ku, hezar û 184 geşt li Balafirxaneya Navneteweyî ya Hewlêrê û 99 geşt jî li Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê hatine hilweşandin.