Koma "Seraya Ensar El-Sunne" berpirsiyariya teqîna dêra Şamê girt ser xwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Komeke çekdar a bi navê "Seraya Ensar El-Sunne" berpirsiyariya teqîna li Dêra Mar Îlyas a li Şamê girt ser xwe û ragihand, teqîn di encama "şerfirotina Xiristiyanên Şamê li hember banga rast" de pêk hatiye.

Koma çekdar "Seraya Ensar El-Sunne" îro 24ê Hezîranê di daxuyaniyekê de ku li ser platforma Telegramê belav kir, berpirsiyariya teqînê li xwe girt. Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku êrîş xwekujî bûye û kesê ku xwe teqandiye, Muhemmed Zeynulabidîn Ebû Usman bûye.

Êvara roja Yekşemê 22ê Hezîranê, xwekujekî kembera xwe ya bombekirî di nav Dêra Mar Îlyas a li taxa Duweyla ya Şamê de teqandibû. Di encama teqînê de herî kêm 25 kes hatibûn kuştin û zêdetirî 50 kesên din jî birîndar bûbûn.

Beriya vê daxuyaniyê, Wezareta Navxweyî ya Sûriyeyê ragihandibû, êrîşkar çekdarê DAIŞê bûye, di destpêkê de gule reşandiye û dema guleyên wî xilas bûne, xwe bi kembera bombekirî teqandiye.

Koma çekdar a "Seraya Ensar el-Sunne" di 1ê Sibata 2025an de ji aliyê Ebû Ayşe El-Şamî ve, ku berê endamê Desteya Tehrîr El-Şam bû, hatiye damezrandin. Ebû Ayşe ji ber ku Tehrîr El-Şam li hemberî Şîe û Elewiyan "nerm" didît, ji wê komê veqetiyabû.