Wezîrê Dadê bi şandeya Partiya DEM re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeyeke Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç re civiya û di hevdîtinê de, rewşa girtîgehan û pirsgirêkên girtiyên nexweş gotûbêj kirin.

Şandeya DEM Partiyê ku ji Wekîlên Komê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî û Berdevkê Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan pêk dihat, li Wezareta Dadê bi Wezîr Yilmaz Tunç re hevdîtinek pêk anî ku saetekê dom kir.

Piştî hevdîtinê, Wekîlê Komê Sezaî Temellî daxuyaniyek da çapemeniyê û wiha got: "Ji bo me hevdîtineke gelekî girîng bû, ji ber ku li girtîgehan ji ber pêkanînan pirsgirêkên gelekî cidî hene. Me ev pirsgirêk anîn ziman û hem li ser van pirsgirêkan nêrînên xwe parve kirin, hem jî me behsa lêgerîna çareseriyê kir. Em hêvî dikin ku wezaret di demek herî nêz de xebatên pêwîst bike û ji bo van pirsgirêkan çareseriyekê bibîne."

Temellî di dewama axaftina xwe de tekezî li ser rewşa girtiyên nexweş kir û wiha pê de çû: "Me tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîstî bi çareseriyeke lezgîn heye. Wezîr jî diyar kir ku ew hay ji van pirsgirêkan hene û li ser dixebitin. Me xwest ku ev mijar bêyî derengxistin bikeve rojevê. Girtiyên nexweş bi canê xwe re têdikoşin. Her çend pêşîniya me girtiyên nexweş bin jî, me behsa hemû pêkanînên neyînî yên ku li ser giştî girtiyan bandorê dikin, kir."

 
 
Fly Erbil Advertisment