Kurtulmuş ji bo damezrandina “Komîsyona Çareseriyê” bi partiyan re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, ji bo gotûbêjkirina damezrandina komîsyoneke ji bo çareseriya pirsa Kurd, bi cîgirên serokên fraksiyonên partiyên siyasî yên li parlamentoyê re civiya.
Civîn bi beşdariya cîgirên serokên fraksiyonên DEM Partî, AK Partî, MHP, CHP, ÎYÎ Partî û Partiya Rêya Nû (Yeniden Refah) pêk hat û bi qasî du saet û nîvan dom kir.
Li gorî agahiyên di medyaya Tirkiyeyê de hatine belavkirin, di civînê de awayê damezrandina komîsyonê, dem û çarçoveya karê wê hatin gotûbêjkirin.
Di dawiya hevdîtinê de biryar hat dayîn ku partiyên siyasî di nava hefteyekê de pêşniyarên xwe yên derbarê komîsyonê de pêşkêş bikin.
Hat ragihandin, ji bilî ÎYÎ Partiyê, hemû partiyên din girîngî dane damezrandina komîsyonê û tê çaverêkirin ku komîsyon berî ku parlamento bikeve betlaneya havînê, were avakirin.