"Şeva Xedrê": Piştî 10 salan, birîna Kobanê hîn nû ye û daxwaza dadmendiyê berdewam e

Navenda Nûçeyan (K24) – Di dema ku 10 sal di ser Komkujiya Kobanê ya bi navê “Şeva Xedrê” re derbas dibin, birîna bajêr hîn sax nebûye û daxwaza eşkerekirina rastiyê û darizandina berpirsyaran berdewam e. Di wê şeva reş de, bi sedan welatiyên sivîl bi awayekî hovane ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibûn qetilkirin.
Komkujiyeke hovane di şeveke reş de
Di 25’ê Hezîrana 2015’an de, beriya sibehê, komên çekdar ên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê bi awayekî hovane êrîşî bajarê Kobanê kirin û komkujiyek pêk anîn. Ji ber xiyanet û hovîtiya wê şevê, xelkê Kobanê navên wek “Şeva Reş” û “Şeva Xedrê” lê kirin.
Amarên cihê û qurbaniyên bê nav
Li gorî amarên fermî yên Rêveberiya Xweser, di komkujiyê de 253 kes şehîd bûne. Lê belê, çalakvanên bajêr diyar dikin ku hejmara şehîdan zêdetirî 400 kesî ye û nêzîkî 300 kes jî birîndar bûne.
Piraniya qurbaniyan zarok, jin û kal û pîr bûn. Ji ber ku nasnameya hejmarek ji şehîdan nehat tespîtkirin, ew li “Goristana Şehîdên Komkujiyê” di gorên bê nav de hatin veşartin.
Doza ku hatiye paşguhkirin
Komkujiyê bi sedan zarok sêwî hiştin û birîneke kûr di dilê Kobanê de vekir. Tevî ku 10 sal di ser bûyerê re derbas bûne jî, heta niha ti lêkolîneke cidî û berfireh derbarê vê tawanê de nehatiye kirin û doza şehîdên “Şeva Xedrê” hatiye paşguhxistin.
Di vê salvegera xemgîn de, li gelek bajarên Kurdistanê û cîhanê, komkujî tê bibîranîn. Malbatên qurbaniyan careke din bang li aliyên berpirsyar dikin ku lêkolînê li ser wê roja reş bikin û rastiya bûyerê ji bo malbatên şehîdan û raya giştî aşkera bikin.