Xwecihiya Kobanê ya ENKSê banga lêkolîneke bêalî û zelal ji bo “Şeva Xedrê” dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Di dehemîn salvegera komkujiya hovane ya li Kobanê ku wek "Şeva Xedrê" tê naskirin de, Xwecihiya Kobanê ya ENKSê daxuyaniyek belav kir û tê de ev tawan wek "tawanek li dijî mirovahiyê" bi nav kir û banga lêkolîneke bêalî û zelal kir ji bo eşkerekirina rastiyan û pêkanîna dadweriyê ji bo qurbaniyan.
Xwecihiya Kobanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS), îro 25ê Hezîrana 2025an, di daxuyaniyekê de ragihand, “Di berbangê 25ê Hezîrana 2015an de, komên terorîst êrîşeke hovane birin ser bajarê Kobanê, ku di encamê de bi sedan welatiyên sivîl ên bêguneh şehîd bûn û bîranîna wê ya bi êş hîn jî di wijdanê hemû mirovahiyê de zindî ye.”
ENKSê diyar kir, ev tawana hovane, ku tenê çend meh piştî têkbirina rêxistina DAIŞê li bajêr pêk hat, li gorî pîvanên navneteweyî wek "tawana şer û sûcekî li dijî mirovahiyê" tê hesibandin.
Banga lêkolîneke zelal
Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku piştî derbasbûna deh salan, hîn jî gelek aliyên vê komkujiyê nezelal mane. Ji ber vê yekê, ENKSê bi tundî daxwaza lêkolîneke bêalî û zelal kir û got: "Pêkanîna dadweriyê û eşkerekirina rastiyê mafê malbatên qurbaniyan e û erka exlaqî û yasayî ya her kesê ye ku îdiaya nûnertî an parastina gel dike."
Xwecihiya Kobanê ya ENKSê piştevaniya xwe ya temam ji bo malbatên qurbaniyan û xelkê Kobanê tekez kir û ev tawan bi tundî şermezar kir.
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin: "Dilovan li giyanê şehîdên 'Şeva Xedrê' û hemû şehîdên azadiyê be. Şerm û rûreşî ji bo kujer û kesên ku ev tawan plan kirine."