Pervin Buldan: Em dê bo pêvajoya aştiyê bi Ocalan, Erdogan û çend berpirsên payebilind re bicivin

Navenda Nûçeyan (K24) - Endameke Şanda Îmraliyê radigihîne ku, civîna wan a bi Serokê Parlementoya Tirkiyeyê re erênî bû û ew ê di demeke nêzîk de bi Ocalan, Erdogan û çend berpirsên payebilind re jî bicivin.
Şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) ji bo Îmraliyê berî nîvroya îro (Pêncşem, 26.06.2025) bi Serokê Parlementoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş re civiya. Ew şand ji Cîgira Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Parvin Buldan û Parlamenterê Dem Partiyê Mithat Sencar pêk hatibû.
Pervinê piştî wê civînê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, "Em bi Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê re civiyan. Me behsa qonaxên niha yên pêvajoya aştiyê kir û me li ser qonaxên ku ew pêvajo niha gihîştiyê nêrînên xwe li hev guhertin."

Wê endama Şanda Îmraliyê tekez jî kir, "Civîna me ya bi Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê re di çarçoveyeke pir erênî de derbas bû. Serokê Parlamentoyê berpirsiyariya xwe ya li beranberî wê pêvajoyê nîşan da û ev jî pir girîng e." Herwesa got, "Pêvajoya aştiyê gihîştiye qonaxeke girîng, lewma divê li ser bingeha diyalog û parlementoyê pêş bikeve."
Endama navbirî amaje jî da ku, ew dê her ji bo pêvajoya nû ya aştiyê di yek du hefteyan de bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Serokê Partiya Tevgera Neteweyî ya Tirkiyeyê (MHP) Devlet Bahçeli û Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel re bicivin.
Heta niha Şanda Dem Partiyê pênc caran bi Ocalan û carekê jî bi Erdogan re civiyaye da ku li ser pêvajoya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gengeşeyan bikin. Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan duhî (Çarşem, 25.06.2025) di konferanseke rojnamevanî de ragihand ku, Şanda Îmraliyê daxwaza civînê ji wî kiriye û ew dê di demeke nêzîk de bi wan re bicive.