Dorî Ebûzeyd: Baştirîn şîrketên asmanî li Balafirxaneya Hewlêrê kar dikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Odeya Bazirganiyê ya Amerîka-Kurdistanê dibêje, “Balafirxaneya Hewlêrê baştirîn xizmetan li ser astê deverê pêşkêşî geştiyaran dike.” Amajeyê jî dide, “Rawestandina geştên asmanî bandor li ser şîrketan hebû.”
Serokê Odeya Bazirganiyê ya Amerîka-Kurdistanê Dorî Ebûzeyd îro (În, 27ê Hezîrana 2025ê) ji Kurdistan24ê re got, “Rawestandina geştên asmanî bandor li ser şîrketan hebû. Şerê Îran û Îsraîlê bandor li ser sektorên cuda cuda hebû, bihayên bilêtên balafiran zêde bûne.”
Dorî Ebûzeyd ron jî kir, "Ji aliyê Desthilata Balafirvaniyê ya Iraqê ve hin berbest li pêşiya geştên asmanî hene. Ewlehî û tenahî ji bo veberhênanê girîng in û we jî tenahî heye."
Navbirî amaje jî da, “Mesrûr Barzanî karên bêhempa kirine; bizav kiriye ku aliyê çandiniyê pêş bixe û cihêrengiya aborî peyda bike, herwesa bala şîrketên Amerîkayîî û navneteweyî kişandiye, ku ev yek jî bûye sedema zêdetir pêşkeftina aborî.”
Serokê Odeya Bazirganiyê ya Amerîka-Kurdistanê herwesa got, "Ez li wê bawerê me ku hejmarek ji baştirîn hêlên asmanî li Balafirxaneya Hewlêrê dixebite û ew balafirxane jî baştirîên xizmetan pêşkêş dike."
Desteya Balafirvaniyê ya Iraqê ji ber şerê Îran û Îsraîlê asmanê Iraqê daxist û wesa hemî geştên asmanî yên Iraq û Herêma Kurdistanê hatin rawestandin.