Larîcanî: Serokê Ajansa Atomê xiyanet kiriye û nabe were Îranê

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Rêberê Bilind ê Îranê Elî Larîcanî, Serokê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomê (IAEA) bi "xiyanetê" tawanbar kir û got ku ew bûye sedema êrîşa Îsraîlê ya li ser Îranê.
Şêwirmendê Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî, Elî Larîcanî, îro 28ê Hezîrana 2025an, di dema beşdarbûna merasîma veşartina fermandar û zanyarên Îranî de got, Rêveberê Giştî yê IAEAyê Rafael Grossi bûye sedem ku Îsraîl êrîşî navendên Îranê bike.
Larîcanî got: "Grossi xiyanet kiriye û nabe êdî rê bê dayîn ku ew serdana navendên me yên atomî bike." Wî her wiha biryara parlamentoya Îranê ya ji bo rawestandina hevkariya bi ajansê re weke "biryareke baş" bi nav kir.
Larîcanî amaje bi wê kir: "Her çend di wî şerî de me gelek fermandarên xwe yên mezin jidest dan, lê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar bi biryarên xwe yên bîrmendane, fermandarên nû destnîşan kirin û karî hevkêşeyan biguherîne."
Şêwirmendê Xamineyî da zanîn, beşdarbûna girseyî ya gel di şerê 12-rojî de û di merasîma veşartina "şehîdan" de, "bersiveke tund e ji bo dijminên Îranê."
Herwiha got: "Em bi Îsraîl û Amerîkayê re rûbirûyî şerekî çarenûsî bûn" û tekez kir ku "NATO piştgiriyê dide dijminên me."
Ev daxuyaniyên Larîcanî di demekê de tên ku berî niha saziyên fermî yên Îranê gavên pratîkî avêtibûn.
Roja Pêncşemê, 26ê Hezîranê: Encûmena Parêzvanên Destûrê ya Îranê ragihandibû, wan plana hikûmetê ya ji bo rawestandina hevkariya bi Ajansa Enerjiya Atomê re pesend kiriye.
Roja Çarşemê, 25ê Hezîranê: Parlamentoya Îranê projeyasaya rawestandina hevkariyan a bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê re erê kiribû.