Rêveberiya Xweser: Tevî hişkesaliyê, berhemê genim têra du salan dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsekî Rêveberiya Xweser ragihand, tevî hişkesalî û kêmbûna baranê, li herêmê ti metirsî li ser asayişa xwarinê nîne û genimê ku hatiye komkirin, têra pêdiviyên xelkê heta du salên bê dike.
Hevserokê Komîteya Saylo û Aşan a Rêveberiya Xweser Ciwan Hesen di daxuyaniyekê de diyar kir, heta 27'ê Hezîranê, wan 254 hezar ton genim ji cotkarên herêmê wergirtiye.
Ciwan Hesen tekez kir, ev hejmar, ligel genimê ku ji salên borî di depoyan de maye, dê bikaribe pêdiviyên nan û arvan ên tevahiya herêmê ji bo du salên pêşiya me misoger bike.
Herwiha tekez kir, "Em dikarin gelê xwe piştrast bikin ku ti gef li ser asayişa xwarinê nîne. Berhemê îsal û yê salên borî bi hev re bes in ku em bi rehetî du salan derbas bikin."
Ev daxuyanî di demekê de tê ku Rêxistina Xwarek û Çandiniyê ya Neteweyên Yekgirtî (FAO) di raporteke xwe ya dawî de hişyarî dabû. Li gorî FAO, ji ber guherîna keşûhewayê û kêmbûna rekor a baranê, werzê îsal yê genim li Sûriyeyê "di 60 salên dawî de yê herî xirab e".
FAO destnîşan kiribû ku ev rewş bandoreke neyînî li nêzîkî 2.5 milyon hektar erdê çandiniyê kiriye û metirsiya kêmbûna xwarinê li ser 16.3 milyon mirovî li seranserê Sûriyeyê çêdike.