Sed sal di ser bidarvekirina Şêx Seîd û hevalên wî re derbas dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Sed sal di ser darvekirina Rêberê Tevgera Neteweyî ya Kurd, Şêx Seîd û 46 hevalên wî re derbas dibin, lê dewleta Tirkiyeyê hîn jî cihê gorên wan eşkere nake. Ev roja reş, ne tenê wek salvegera şehadeta pêşengekî, lê wek destpêka sedsaleke nû ya zilm, zordarî û înkara li ser gelê Kurd di dîrokê de hatiye tomarkirin.
Ji soza hevbeşiyê heta înkara Lozanê
Piştî hilweşîna Împaratoriya Osmanî, Komara Tirkiyeyê di destpêkê de wek dewleteke hevbeş a Kurd û Tirkan hatibû binavkirin. Lê piştî Peymana Lozanê di sala 1923an de, ev soz hatin jibîrkirin, mafên neteweyî yên gelê Kurd hatin înkarkirin û bi fermana Mistefa Kemal û Îsmet Paşa, siyaseta qirkirina Kurdan û qedexekirina ziman û çanda wan dest pê kir.
Serhildana azadî û berxwedana li hemberî zilmê
Li hemberî vê rewşa nû, rêber û rewşenbîrên Kurdan Rêxistina Azadî damezrandin û di kongreya xwe ya yekem de biryara serhildaneke giştî dan. Piştî girtina berpirsê yekem ê rêxistinê, Yusuf Ziya Beg, Şêx Seîd pêşengiya tevgerê kir. Serhildan di Sibata 1925an de bi teqîna guleya yekem li Pîranê dest pê kir û di demeke kurt de Darahênê (Genç) wek paytexta demkî hate rizgarkirin.
Hêzên serhildêr heta ber deriyên Amedê hatin, lê ji ber kêmasiya çekên giran û piştgiriya leşkerî ya Brîtanyayê ji bo dewleta Tirk, neçarî paşvekişînê bûn. Piştî şikestina serhildanê, Şêx Seîd li nêzîkî Mûşê hate girtin.
Darizandin û darvekirin
Proseya darizandinê bi lez û bez li Dadgehên Îstîklalê yên Awarte hat meşandin. Di 28ê Hezîranê de biryara darvekirinê ji bo Şêx Seîd û hevalên wî hate dayîn. Rojek şûnde, di 29ê Hezîrana 1925an de, Şêx Seîd û 46 pêşeng û serhildêrên Kurd li Meydana Deriyê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin. Di heman demê de, Seyîd Ebdulqadir û 12 rêveberên Cemiyeta Tealî ya Kurd jî li Stenbolê hatin bidarvekirin.
Îro, piştî sed salan, li gel hemû guhertinên siyasî, dewleta Tirk hîn jî wekî beşek ji siyaseta xwe ya înkarê, cihê gorên Şêx Seîd, Seyîd Riza, Seîdê Kurdî û bi hezaran şehîdên din veşartî dihêle. Daxwaza sereke ya gelê Kurd û rêxistinên siyasî ew e ku cihê gorên van şehîdan bên eşkerekirin û dewlet bi dîroka xwe ya tarî re rû bi rû bibe.