Hikûmeta Tirkiyeyê dicive, aliyên siyasî jî pêşniyarên xwe ji pêkanîna komîsyonê pêşkêş dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Kabîneya Hikûmeta Tirkiyeyê  ji bo nirxandina pêvajoya nû dicive û di heman demê de partiyên siyasî jî pêşniyarên xwe yên ji bo avakirina komîsyoneke taybet a parlamenê pêşkêş dikin.

Kabîneya Hikûmeta Tirkiyeyê îro 30î Hezîranê bi serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kom dibe. Li gorî medyaya Tirkiyeyê, yek ji mijarên sereke yên civînê gotûbêjkirina pêvajoya aştiyê ye. Ev pêvajo piştî banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a ji bo danîna çekan û biryara PKKê ya xwehilweşandinê, ketiye qonaxeke nû.

Herwiha biryar e îro jî partiyên siyasî yên Tirkiyeyê, pêşniyarên xwe yên derbarê awayê avakirina komîsyoneke parlamenê ya ji bo pêvajoya nû ya aştiyê, pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê bikin. Ev pêngav piştî banga Serokê MHPê Devlet Bahçelî hat, ku daxwaza komîsyoneke giştgir kiribû.

Herwiha tê payîn ku di nava vê hefteyê de, Şanda Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya ji bo Îmraliyê, derbarê geşedanên dawî yên pêvajoyê de hem bi Erdogan re û hem jî bi Abdullah Ocalan re bicive. 

Heta niha Şanda DEM Partiyê ji bo gotûbêjkirina pêvajoya nû, pênc caran bi Ocalan û carekê jî bi Erdogan re civiyaye. Erdogan di 25ê Hezîranê de ragihandibû ku Şanda Îmraliyê daxwaza hevdîtinê kiriye û ew ê di demeke nêzîk de bi wan re rûnê.

Bingeha van geşedanan vedigere 12ê Gulana 2025an, dema ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) encamnameya kongreya xwe ya 12emîn eşkere kir û tê de biryara xwehilweşandin û danîna çekan dabû.

 
 
Fly Erbil Advertisment