Erdogan: Em rê nadin têkdana proseyê “Tirkiyeya Bêteror”

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dilxweşiya xwe bi birêveçûna proseyê anî ziman, lê hişyarî da ku hin alî hewl didin proseyê têk bibin. Li aliyê din, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) radigihîne, eger heye PKK di nava hefteya bê de dest bi proseya çekdanînê bike û tekezî li ser pêwîstiya bingeheke yasayî dike.
Piştî civîna kabîneya hikûmeta Tirkiyê, Serokomar Recep Tayyip Erdogan derbarê pêşhatên dawî de axivî. Erdogan diyar kir ku ew ji şêwaza birêveçûna proseyê razî ne û hemû akterên siyasî bi berpirsiyarî tevdigerin. Lê belê, wî hişyarî da ku li hundirê Tirkiyê û di nava PKKê de hin kes naxwazin prose bi ser bikeve.
Erdogan got: “Pêşhatên dawî yên navçeyê jî nîşan dan ku ev prose çiqas girîng û stratejîke. Em dizanin hin alî hene serkeftina proseyê naxwazin. Ne tenê li Tirkiyeyê, di nava rêxistinê de jî hin kes hewl didin proseyê têk bidin. Dewleta me nakeve van xefikan û em rê nadin tekdana proseyê. Dema êriş li me were kirin û hemberî yekîtiya neteweya me êriş were kirin, emê bersiveke tund bidin. Bila ti aliyek sebra me, bêdengî û xwînsariya me şaş tênegihe. Ewên keviran bavêjin camê me, bila bizanin, em dikarin gule bavêjin û ew hêza me heye.”
DEM Partî: Ya girîng bingeha yasayî ye
Ji aliyê xwe ve, Cîgirê Serokê Fraksiyona DEM Partiyê Sezaî Temellî ragihand, ew li bendê ne şanda Îmraliyê di 8 an 9ê Tîrmehê de bi Serokomar Erdogan re bicive. Temellî da zanîn ku ew çaverê dikin hefteya bê proseya çekdanîna PKKê dest pê bike, lê tekez kir ku ya herî girîng amadekirina bingeheke yasayî ye ji bo proseyê.
Temellî got: “Pirsa pêkanîna komîsyonê, di proseya çareserî de qonaxeke girîng e. Emê bi hemû hebûna xwe piştgirî bidin karên Komîsyonê. PKK di kongreya xwe de biryara çekdanînê da. Heftiya bê em çaverê dikin çekdanînê destpê bike. Lê ya giring çêkirina bingeha yasayî ye.”
Li gorî zanyariyên di medyaya Tirkiyê de hatine belavkirin, amadekariyên PKKê ji bo pêngava çekdanînê didomin. Tê payîn ku wek pêngava destpêkê, grûpeke ji 20 gerîlayan pêk tê, li ser sînorê parêzgeha Silêmaniyê û li ber çavê kamerayên medyaya navdewletî çekên xwe deynin. Tê gotin ku ev pêngav dê bandoreke mezin li ser proseyê bike û hikûmetê jî teşwîq bike ku gavên yasayî yên pêwîst biavêje.