Li Hema û Idlibê Tteqîn: Kuştî û birîndar hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgehên Hema û Idlibê yên Sûriyeyê, di du bûyerên cuda de teqînên bihêz çêbûn. Di encama teqîna li bajarokê Cibrîn ê Hemayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 9 kes jî birîndar bûn. Li Idlibê jî depoyeke cebilxaneyê ji ber teqînê şewitî.

Teqîna li Hemayê

Li gorî ajansa “SANA” a fermî, sedema teqînê ne tenkera sotemeniyê bûye, wekî ku di destpêkê de hatibû gumankirin û tîmên pispor ji bo eşkerekirina sedema rastîn lêkolînên xwe didomînin.

Wezareta Tenduristiyê ya Sûriyê ragihand, di encama teqîna li bajarokê Cibrînê de, 4 kesan canê xwe jidest dane û 9 kesên din jî birîndar bûne.

Herwiha, Berevaniya Sivîl a Sûriyeyê jî ragihand, tîmên wan ên rizgarkirinê li cihê bûyerê ne û li kesên ku di bin kavilan de mane digerin.

Depoya çebilxaneyê li Idlibê teqiya

Ji aliyekî din ve, medyaya Sûriyê behsa teqînên mezin ên li nêzî bajarokê Fûa yê li bakurê Idlibê kirin. Hat ragihandin ku teqîn ji ber şewata li depoyeke cebilxaneyê li derdora Keferya û Fûayê pêk hatine.

Kanala Îxbariye ya Sûriyeyê jî da zanîn, teqînên li pey hev ên li Fûayê, ji ber bilindbûna germahiyê û şewitîna depoya cebilxaneyê bûne.

 
Fly Erbil Advertisment