Yilmaz: Em di pêvajoyê de gihîştine qonaxeke girîng û erênî

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz ragihand, ew pêşbînî dikin di demeke kurt de pêvajoya çekdanîna PKK'ê dest pê bike. Diyar kir jî, ew gihîştine "qonaxeke girîng û erênî". 

Cevdet Yilmaz di daxuyaniyekê de ji bo kenaleke Tirkiyeyê got: "Damezrînerê rêxistina PKK'ê banga xwehilweşandinê kiriye û rêxistinê jî biryara xwehilweşandinê daye. Ji ber vê yekê, em li bendê ne ku ev pêvajo di demeke kurt de bi awayekî pratîkî dest pê bike."

Yilmaz da zanîn ku pêvajo demê dixwaze û ew pêvajoya xwehilweşandin û çekdanîna PKK'ê ji nêz ve dişopînin. Herwiha got: "Em dikarin bibêjin ku em gihîştine qonaxeke girîng û erênî di pêvajoyê de."

Cîgirê Serokomarê Tirkiyeyê aşkere kir, komîteyek dê nirxandinê bike ka gelo rêxistin bi rastî xwe hilweşandiye an na.

Ev daxuyanî hevdem e ligel daxuyaniya Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mistefa Keresû, ku aliyên di nav dewleta Tirk de bi astengkirina pêvajoyê tawanbar kir û got, êrîşên leşkerî yên li ser wan berdewam dikin.

Herwiha got Karasû: "Ev êrîş nîşan didin ku aliyek di nav dewletê de heye ku dixwaze pêvajoyê têk bibe û ji bo wê astengiyan derdixe."

 
Fly Erbil Advertisment