Stêrkê Liverpoolê Diogo Jota canê xwe jidest da

Navenda Nûçeyan (K24) – Stêrkê navdar ê Portugalî yê yaneya Liverpoolê, Diogo Jota, îro 3'ê Tîrmeha 2025'an, di rûdaneke trafîkê de li Spanyayê canê xwe ji dest da. Di heman bûyerê de birayê wî jî canê xwe jidest daye.

Li gorî nûçeya rojnameya navdar a Spanyayê "Marca", Diogo Jota yê 28 salî û birayê wî Andre, li bajarê Zamora yê Spanyayê di rûdaneke trafîkê de canê xwe jidest dan.

Li gorî zanyariyên ku rojnameyê belav kirine, Jota şofêriya otomobîlê dikir û kontrola wê jidest daye, ji rêya sereke derketiye û piştre otomobîl şewitiye. Şahidên bûyerê diyar kirin ku piştî agir bi otomobîlê ketiye, wan demildest agahî daye polîs û tîmên hawarçûnê.

Diogo Jota

Navê tam ê Diogo Jota, 'Diogo Jose Teixeira da Silva' ye û ew di 1996'an de ji dayik bûbû. Wî wek êrîşber dilîst û yek ji stêrkên herî diyar ên nifşê xwe dihat hejmartin.

Jota destpêkê di yaneya Paços de Ferreira de dest bi kariyera xwe kir, paşê derbasî yaneya Atletico Madrid a Spanyayê bû. Herwiha, wî di yaneyên wekî Porto û Wolverhampton de jî lîstiye. Ji sala 2020'an ve, ew ji bo yaneya Liverpool a Îngiltirayê dilîst.