Ayşegul Dogan: Pêvajoya çekdananê hefteya bê dest pê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevka Dem Partiyê dibêje ku, pêvajoya çekdananê ya PKKê dê hefteya bê dest pê bike û em dê derbazî qonaxeke nû bibin. Amajeyê jî dide ku, ew pêvajo dê li Herêma Kurdistanê bê meşandin.
Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) Ayşegul Dogan îro (Pêncşem, 3ê Tîrmeha 2025ê) di konferanseke rojnamevanî de got, “Rojên li pêş me ji bo pêvajoya çekdananê pir girîng û dîrokî ne. Li gorî wan haydariyên ku bi me hatine dan, amadekarî ji bo destpêkirina wê pêvajoyê tên kirin. Em derbazî qonaxeke nû dibin, di dema hefteya bê de çend pêngavên giring tên avêtin û hemî dê şahidên dema dîrokî bin.”
Berdevka Dem Partiyê herwesa got, "Ew pêvajo li Herêma Kurdistanê tê meşandin. Ev gav li gorî pêşniyarên kongreya PKKê ne û dê bên bicîhanîn. Em dikarin bibêjin ku hind e em derbazî qonaxeke nû bibin. Bê guman, aliyekî vê qonaxê jî ew komîsyon e ya ku tê çaverêkirin ku li parlementoyê bê damezrandin.”
Ayşegul Dogan amaje jî da, "Li ser damezrandina komîsyona parlementoyê yekdengiyek çê bûye. Komîsyon dê roleke pir girîng bilîze, li ser wê yekê ka ji niha û pê de çi tişt ji bo wê pêvajoyê bê kirin."
Ev di demekê de ye ku, Rojnameya Hürriyetê û Malpera Mezopotamyayê parve kiriye, “Di demekê de ku amadekariyên ji bo avakirina komîsyonekê li Parlementoya Tirkiyeyê ji bo pêvajoya aştiyê ya nû li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berdewam dikin, tê pêşbînîkirin ku Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan peyameke nû li ser danana çekan pêşkêşî serkirdetiya PKKê bike û ew jî bi kiryar li pey peyama wî biçin û komeke PKKê di çarçoveya merasîmeke rêkxistî de çekên xwe dane.”