Associated Press: PKK çekên xwe li şûna radestkirinê pûç dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Ajansa Associated Pressê eşkere kiriye ku, PKK dê çekên xwe pûç bike ne ku radest bike. Herwesa radigihîne ku, pêvajoya çekdananê dê ji 10 heta 12ê vê mehê li parêzgeha Silêmaniyê dest pê bike.

Ajansa Associated Pressê ya Amerîkayî ji çend çavkaniyan veguhestiye ku, tê çaverêkirin ku pêvajoya çekdananê ya endamên PKKê di navbera 10 heta 12ê vê mehê de li parêzgeha Silêmaniyê dest pê dike. Ev jî dê bibe gava yekê ya çekdanan û nîşandana niyeta baş ji hêla PKKê ve li bernaberî Tirkiyeyê.

Li gorî haydariyên wê Ajansa Amerîkayî, PKK çekên xwe pûç dike ne ku radest dike, herwesa ew kesên ku di gava yekê de çekên xwe dadinin di navbera 20 heta 30 endaman de ne.

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Dem Partî) Ayşegul Dogan duhî (Pêncşem, 03ê Tîrmeha 2025ê) di konferanseke rojnamevanî de got, “Rojên li pêş me ji bo pêvajoya çekdananê pir girîng û dîrokî ne. Li gorî wan haydariyên ku bi me hatine dan, amadekarî ji bo destpêkirina wê pêvajoyê tên kirin. Em derbazî qonaxeke nû dibin, di dema hefteya bê de çend pêngavên giring tên avêtin û hemî dê şahidên dema dîrokî bin.”

Şanda Îmraliyê li roja Pêncşemê (27.02.2025ê), piştî civîna xwe ya bi Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan re, di konferanseke rojnamevanî de peyama Ocelana bi her du zimanên Kurdî û Tirkî xwand, ku peyama destpêkirina qonaxeke nû ya pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê bû. Ev jî dibe pêngava bidawîanîna çalakiyên çekdarî yên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK).