Birêveberê Karûbarên Mînan ê Hewlêrê: Hejmareke mînên dijekesî hat pûçkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberê Giştî yê Karûbarên Mînan ê Hewlêrê amajeyê dide, “Bajarkê Çomanê yê parêzgeha Hewlêrê xwediyê hejmara herî zêde ya mîn û teqemeniyan e û hejmara herî zêde ya qurbaniyên mînan jî li wê deverê bûye.”
Rêveberê Giştî yê Karûbarên Mînan li Hewlêrê Elî Ebdilrehman îro (În, 04ê Tîrmeha 2025ê) ji malpera Kurdistan24ê re got, “Li bajarkê Çomanê, li nav zeviya mînan a Kiroke Zerdê, li gundê Pîromerê, 43 mînên dijekesî ji aliyê tîma pûçkirina keresteyên teqemeniyan ve hatin pûçkirin. Ev zeviya mînan yek ji zeviyên mînan ên herî xeternak ên wê deverê ye.”
Rêveberê Giştî yê Karûbarên Mînan li Hewlêrê herwesa got, “Rûberê wê zeviya mînan 95 hezar 200 metrên ducarkî ye, rûberê 91 hezar 700 metrên ducarkî jê hatiye paqijkirin, herwesa 2 hezar û 922 mînên cuda cuda û 140 bermayîkên teqemeniyan jî hatine dîtin.”
Elî Ebdilrehman amaje jî da, “Heta niha 47 milyon metrên ducarkî ku dibe 53% ya rûberê erdê bimîn hatine paqijkirin û 47% ya erdê bi mîn û teqemenî maye. Herwesa hejmara herî zêde ya qurbaniyên mînan jî li wê deverê ye.”
Li gorî haydariyan, ji destpêka vê salê heta niha rûberê zêdetirî hezar û 187 metrên ducarkî yên erdî ji mînan hatiye paqijkirin.