Hişkesalî li Zaxoyê: Asta ava Xabûrê bi awayekî berçav kêm bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Çavkaniyên Avê yê Zaxoyê, hişyarî dide ku ji ber kêmbarînê asta ava Rûbarê Xabûrê û bîrên avê yên li deverê daketiye û metirsî heye ku di meha bê de hîn zêdetir kêm bibe.

Rêveberê Çavkaniyên Avê yê Zaxoyê Mihemed Yasîn îro 5ê Tîrmehê ji K24ê re ragihand, îsal hişkesalî û kêmbarînê bandoreke rasterast û neyînî li ser çavkaniyên avê yên li deverê, bi taybetî li ser Rûbarê Xabûrê û bîrên avê kiriye.

Mihemed Yasîn da zanîn, asta ava Rûbarê Xabûrê li gorî sala borî gelek daketiye û got: "Sala borî asta avê di navbera 40 û 45 santîmetreyan de bû, lê îsal ev rêje daketiye navbera 30 û 32 santîmetreyan."

Yasîn sedema sereke ya vê kêmbûnê bi kêmbarîna li navçeyê û herwiha li Tirkiyeyê ve girê da û got: "Îsal li Tirkiyeyê jî baran kêm bariye, ev yek jî bandorê li ser asta ava Xabûrê dike. Tê pêşbînîkirin ku di meha bê de asta avê çend santîmetreyan din jî kêm bibe, lê em bawer nakin ku bigihîje asta ziwabûnê."

Derbarê rewşa bîrên avê yên li sînorê Zaxoyê de, Rêveberê Çavkaniyên Avê got: "Me heft hewzên avê li sînorê Zaxoyê hene, ku çar ji wan rastî bandora kêmbarînê hatine. Herwiha ava hin bîran jî kêm bûye, lê xweşbextane heta niha ti bîrek bi temamî ziwa nebûye."

Mihemed Yasîn herwiha amaje bi wê yekê kir, beriya niha jî di salên 2001 û 2009an de hişkesaliyên bi vî rengî li navçeyê rû dabûn.

 

 
 
Fly Erbil Advertisment