Kamuran Tanhan: DEM Partî di merasîma çekdanînê de rola hêsankariyê dilîze
Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê, Kamuran Tanhan ragihand, ew weke partî pêvajoya aştiyê û pêngava çekdanînê erênî dibînin, lê ji bo serkeftineke mayînde, divê ev pêvajo di çarçoveyeke yasayî de di bin sîwana Parlamentoya Tirkiyeyê de bê birêvebirin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamuran Tanhan îro 5ê Tîrmehê derbarê geşedanên dawî yên pêvajoya aştiyê û pirsa çekdanîna PKKê de ji K24 re axivî. Tanhan qonaxa heyî weke "dîrokî" binav kir, lê tekezî li ser wê yekê kir ku ji bo serkeftinê, divê pêvajo bi awayekî fermî di bin sîwana parlamentoyê de bê birêvebirin.
Rola DEM Partiyê di merasîmê de
Derbarê merasîma çekdanînê de, Tanhan diyar kir ku hûrgiliyên wekî dem û cihê wê hîn bi temamî nehatine eşkerekirin, lê partiya wan ji bo beşdarbûna rojnamevan û çavdêran rola hêsankariyê dilîze. Tanhan got, "Hevserokên me daxuyanî dan û em dixwazin rojnamevan û saziyên civaka sivîl beşdarî vê kêliya dîrokî bibin da ku bibin şahid. Tê payîn ku şandeke ji DEM Partiyê jî ji bo çavdêriyê amade be."
Tanhan herwiha da zanîn ku ew hêvîdar in ku pêngavên ku ji aliyê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ve ji bo aştiyê hatine avêtin, bi erênî bên pêşwazîkirin û li gorî wê gav bên avêtin.
"Divê Komîsyoneke Rastiyê bê avakirin"
Tanhan pêşniyar kir, komîsyoneke lêkolînê di bin sîwana parlamentoyê de bê avakirin û got: "Pêwîst e ev mijar ji vîna kesan derkeve û bibe pêvajoyeke dewletê. Divê komîsyonek bê avakirin ku li ser hemû bûyerên ku di 100 salên borî de li Bakurê Kurdistanê qewimîne lêkolînê bike. Divê ev komîsyon çarenûsa kesên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane û gorên wan ne diyar in, wek mînak gora Şêx Seîd, eşkere bike."
"Em li aliyê aştiyê ne"
Kamuran Tanhan helwesta partiya xwe wiha anî ziman: "Em weke DEM Partî vê qonaxê erênî dibînin û em li aliyê aştiyê û diyalogê ne. Pêvajoyên berê ji ber ku ne li ser zemîneke fermî û yasayî bûn, têk çûn. Vê carê divê mase bê danîn û muzakere bên kirin. Tirkiye li ber du rêyan e: yan dê bi şer û pevçûnan dewam bike, yan jî dê bi rêya diyalog û siyasetê pirsgirêka Kurd çareser bike."