Ji ber şewata mezin a li Laziqiyê, gund tên valakirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Desthilatdarên Sûriyeyê, ji ber şewata gur a li parêzgeha Laziqiyê, gelek gund bi temamî ji şêniyên wan vala kirin. Ji ber zehmetiyên di kontrolkirina agir de, hêzên zêde yên ewlekariya navxweyî ji bo alîkariyê hatin şandin.
Li gorî çavkaniyên xwecihî û çalakvanan, agir li gelek herêmên niştecihbûnê yên weke Qestel Meaf, Keseb, Besît, Beyt El-Qesîr, Fernliq, Zegrîn û Çiyayê Tirkmenan belav bûye.
Rêveberê Parastina Sivîl li peravê Sûriyeyê Ebdulkafî Keyal ji ajansa SANAyê re ragihand, tîmên agirkujiyê ji ber gelek sedeman bi zehmetiyan re rûbirû ne, wek erdnîgariya herêmê ya asê û çiyayî., nebûna rê û xetên agirbir di nav daristanan de, kêmbûna çavkaniyên avê, hebûna bermahiyên şer û mayînan li herêma Etîra, pileya germê ya bilind û bayê bihêz ku dibe alîkarê belavbûna bilez a agir.
Keyal da zanîn, tîmên agirkujiyê û tîmên piştgiriyê hewldanên mezin didin, da ku pêşî li berfirehbûna agir bigirin û navendên şewatê ji hev veqetînin.
Ji aliyê xwe ve, Berevaniya Sivîl a Sûriyeyê (Kumên Sipî) hişyarî da welatiyan ku dûmana şewatê digihîje beşê bakur ê çiyayên peravê, bajarê Hema û gundewarê wê, û herêmên başûrê Idlibê.
Herwiha ragihand ku "ji ber belavbûna şewatê, ziyaneke mezin gihîştiye zeviyên darên fêkiyan." Herwiha bang li welatiyan kir ku kesên bi qestî agir bi daristanan dixin, ji desthilatdaran re ragihînin.
Ji bo piştgiriyê, tîmên agirkujiyê yên zêde ji parêzgehên Dera û Quneyterayê hatin şandin, da ku alîkariya hewlên vemirandina şewata li Qestel Meaf bikin.
Tîmên agirkujiyê, yên hawarçûnê û parastina sivîl ji wezaret û parêzgehên cuda, di nav şert û mercên dijwar ên keşûhewayê de xebatên xwe didomînin da ku agir kontrol bikin û pêşî li gihîştina wî bo gund û herêmên nû bigirin.