Mesrûr Barzanî serexweşiyê li malbatên qurbaniyên lehiya Teksasê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza çarebûnê ji bo tevaya wan kesan dike yên ku ji ber lehiya Teksasê zirar dîtine, herwesa hevxemiya xwe jî ji malbatên qurbaniyên wê lehiyê re diyar dike.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Îro (Yekşem, 06ê Tîrmeha 2025ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsiye, "Em rewşa lehiya Teksasê bi giringî ve dişopînin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa got, "Ez di vê dema dijwar de hevxemiya xwe ji malbatên qurbaniyên wê lehiyê re diyar dikim."
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza çarebûnê ji bo tevaya wan kesan jî kir ên ku ji ber wê lehiyê zirar dîtine.