Ebdula Kwêxa Mubarek: Pirsgirêk dê her bên çareserkirin, lê nabe bi alîsengî û teslîmbûnê be

Navenda Nûçeyan (K24) - Kesayetiyekî navdar ê Çemçemalê dibêje, “Pêdivîtiya danûstandinan bi bêhnfirehî û xweragiriyê heye, wekî ku kekê Mesrûr Barzanî îsrarê li ser maf û pişkên zêdetir ji bo Herêma Kurdistanê dike.”
Kesayetiyê navdar ê Çemçemalê Ebdula Kwêxa Mubarek îro (Yekşem, 06ê Tîrmeha 2025ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Facebookê nivîsiye, "Nabe ku ew pirsgirêkên navxweyî yên ku me hene rêyê li lihevkirina di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bigirin.”
Ebdula Kwêxa Mubarek amaje jî daye, "Em niha bi hikûmeta federal re di danûstandinan de ne. Pêdivîtiya danûstandinan bi bêhnfirehî û xweragiriyê heye, wekî ku kekê Mesrûr Barzanî îsrarê li ser maf û pişkên zêdetir ji bo Herêma Kurdistanê dike, ne mîna wan kes û aliyên ku morala wan bi tevahî daketiye an jî dixwazin xwe li cem Bexdayê şîrîn bikin û dibêjin: Werin em zû li ser hemî daxwazên Bexdayê razî bibin.”
Navbirî herwesa gotiye, "Di tu peyman û danûstandinan de evqas nermbûn tune ye û hinde ku hin ji wan kes û aliyan bibin cihê gumanê ka berjewendiyên gelê xwe dixwazin an jî berjewendiyên xwe yên taybet bi Bexdayê re hene .”
Wî kesayetiyê navdar ê Çemçemalê eşkere jî kiriye, “Ev pirsgirêk dê her çareser bibin, lê nabe bi alîsengî û teslîmbûna aliyekî be.” Tekez jî kiriye, “Di pirsa lihevkirina Hewlêr û Bexdayê de, karê rast ew e yê ku kekê Mesrûr dike.”