Şandeke teknîkî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo çareserkirina pirsa hinardekirina petrolê li Bexdayê ye

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeke teknîkî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê çûye Bexdayê, û bersiva reşnivîsa hikûmeta Iraqê ya ji bo lihevkirina li ser hinardekirina petrolê dide.

Li gorî haydariyên peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê Dîlan Barzan, şandeke teknîkî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê sibeha îro (Duşem, 07ê Tîrmeha 2025ê) serdana Bexdayê kiriye, bersiva hikûmeta Iraqê ji bo lihevkirina li ser hinardekirina petrolê bi xwe re biriye Bexdayê û biryar e îro danûstandin û civîn li gel Hikûmeta Iraqê ji bo gihîştina lihevkirina dawiyê berdewam bin.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê herwesa got, “Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê ye û biryar e ku seet 11:00ê berî nîvroyê bi Berpirsê Nivîsîngeha Serokwezîrê Iraqê Îhsan Ewadî re bicive.”

Şivan Cebarî amaje jî da, “Di çend rojên borî de reşnivîsek hatibû amadekirin, ku hikûmeta Iraqê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwestiye ew bû ku, daxwaza radestkirina dosyaya petrolê û 50% ya dahatên negirêdayî petrolê yên Herêma Kurdistanê kiriye, ku ne kêmtir ji 90 milyar dînaran be.”

Navbirî ron jî kir, “Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Duşem) bersiva xwe ji bo hikûmeta Iraqê aniye. Herwesa Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî vê êvarê bi Çarçoveya Hevahengiyê re civînek heye. Eger Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi wê reşnivîsê re pirsgirêk hebin, dê di civîna Çarçoveya Hevahengiyê de bên behskirin, da ku amadekarî bên kirin û sibe di civîna giştî ya Encûmena Wezîrên Iraqê de deng li ser wê lihevkirinê bê dan û mûçeyên meha Gulanê bi silf an jî bi qer bên xerckirin.”

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê herwesa got, “Min zanyar li ser naveroka bersiva Hikûmeta Herêma Kurdistanê hene. Hevgirtineke baş heye, ji ber ku hikûmeta Iraqê daxwaza 280 hezar bermîlên petrolê kiriye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di naveroka wê bersivê de amaje daye ku, ew amade ye 280 hezar bermîlên petrolê bide, lê dibe ku arêşe di radestkirina tevaya dosyeya petrolê ji bo SOMOyê de hebe.”