Civîna Erdogan û şanda DEM Partiyê dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Civîna di navbera Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û şandeke Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de, li Enqereyê dest pê kir.

Li gorî zanyariyên K24ê, şanda DEM Partiyê ku wek "Şanda Îmraliyê" jî tê naskirin û ji hevserokên berê yên HDP'ê Pervin Buldan û Mithat Sancar pêk tê, bi Erdogan re li ser gavên gengaz ên ji bo pêvajoya aştiyê û mijara danîna çekan a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) gotûbêjan dike.

Di civîna ku li pişt deriyên girtî û dûrî çavê medyayê birêve diçe de, Serokê Saziya Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin û Cîgirê Serokê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) Efkan Ala jî amade ne.

Tê payîn ku piştî bidawîbûna civînê, derbarê naveroka hevdîtinê de daxuyaniyeke fermî ji raya giştî re were dayîn.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment